Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN), ji bo HDP’ê şeva piştgiriyê amede kir.
Şeva piştgiriyê HDP’ê li Restaurang Parabolen / Haninge, di roja şemî 19’ê gulanê 2018 de pêkhat.
Peşkeşvanîyê şevê Ayşe Goktepe dikir.
Şev, bi Hevserokê PKAN’ê Kadir Çelîk dest pê kir. Kadir Çelîk, bixêr hatin li mivanên da û got PKAN’ê fikra avabûna xwe ji projeya jîyana hevpar û wekhêvî ya HDP wergirt. Ji ber vê, PKAN piştgirîya HDP dikin.
Xêrî ji vê ,Parlamenterê Mûşê yê HDP’yî Ahmet Yildirim, Parlamenterê Sêrtê yê HDP’yî Kadrî Yildirim, Parlamenterên Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, Hamza Demîr, Daniel Riazat, Alîkara Şaredara Stockholmê Ann-Margagrethe Livh û endama Meclîsa Şaredariya Jarva Maile Aras tevlî şevê bûn.
Parlamenterê Sêrtê yê HDP’ yî Kadrî Yildirim, got Kurdên Anatoliya Navîn, di sala 1927’de li Tirkîyê ji bo nifûsa hejmartin, di formekê de zimanê dayîka te çi yê pirsîne.Wê çaxê, 120 hezar Kurdên Anatoliya Navîn gotine zimanê me yê dayîke Kurdîyê. Kurdên Anadolê Navîn her tim li xwe û li nasname xwe xwûdê derketine.
Şeva ji bo piştgiriyê HDP, bi stranên hûnermendan berdewam kir.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN)