Ji bo fêrkirina zimanê kurdî mamosteyên herî baş dêûbav bi xwe ne.
Ji dêûbavan daxwaza me ewe ku bi zarokên xwe re, bi kurdî biaxifin da ku nasname û zanyariya zarokan ji bo pêşerojê serkeftî be.
Axaftina zimanê kurdî li nav Kurdên Anatoliya Navîn (KAN) de, her ku diçe kêmtir dibe. Ger wiha berdewam bike wê heya çend salan dê kurdî weke nasnameyeke girîng di nav civaka me de nemîne. Rexistina UNESCO yê jî dibêje zaravayê Kurmancî li ber xeteriyek mezin ye.
Zimanê kurdî li herêma Anatolya Navîn (Kan), ji sedî 70 neyê axaftin, sedî 30 jî li gundan ji hêla kal û pîran ve tên axaftin. Li Ewrûpa, her çiqes imkan û derfet jî hebin, mixabin rewşa herêmê rewşekî ne li gorî dilê me ye.
Tê de şik û guman nîne ku asîmîlasyon, rêlibergirtina ziman û astengkirina pêşveçûna nasnameya û rengekî qirkirina gelan e.
Li herêma me, li welatê me jî ev sîyaset ji bo bi cîhkirina siyaseta îmha û înkarkirinê her dem bi kar hatiye.
Bi rêya asîmîlasyonê ne tenê ziman lê di heman demê de mêjî û têgeha gelê me jî hatiye tarûmarkirin.
Peşveçûna teknolojîk, cîh û ware ku em li jîyan dikin, dem û dezgehê devletê hemî weke rêç û rêbazên asîmîlasyonê li hember zarokên kurd bi kar tên.
Desthilatdar baş dizanin ku ziman hate tunekirin, gel û netew jî tune dibin. Loma em îro di van şert û mercên giran de pêwîst e li xwe, li zimanê xwe û li hemû nirxên xwe yên cîvakî û neteweyî xwedî derkevin.
21’ê Sibatê 1952’an telebeyên Bengalî li serbajarê Bangladeşê, Dakkayê (wê demê Bengladeş eyaleteke Pakîstanê bû) ji bo zimanê Bengalî bibe zimanê resmî û zimanê perwerdeyê mîtîngek çêkirin. Asayîşa Pakîstanê, di bûyerê de pênc talebe kuştin.
Sala 2000’an, UNESCO’yê ji bo bîranîna wan pênc kesên hatin kuştin, roja 21’ê sibatê wek Roja “Zimanê Dayîkê” a navnetewî îlan kir.
Em wek PKAN, vê rojê li hemû kesên ku zimanê dayikê wekî şîrê dayîka xwe pak û helal dibînin pîroz dikin.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN)