DAXUYANÎYA BIRÊZ OCALAN AŞKİRA BÛ!

Heyeta Partiya Dem’ê ku ji heft kesan pêk dihat, roja pencşemê, di 27 î sibatê de, serê sibe çûn girtigeha girava Îmralîyê. Bi Rêberê PKK birêz Abdullah Ocalan re 4 saetan hevdîtin çêkirin. Heyet ji dûwa vegerîya Istanbulê û di Hotela Elite World de, bi merasîmekê girseyê û bi çav lê payinek mezin daxuyanîya dîrokê bi rêya giştî re hate parve kirin.

Reberê PKK birêz Abdullah Ocalan, pevajoyê wek Banga Aşitî û Civaka Demokratîk bi nav kiriyê.

Daxuyanîya birêz Abdullah Ocalan ji du sehfa pêkdihat gelek xalên giringê ku jiyana Civaka Tirkiye û Kurdan eleqeder bike anîbun zimên. Birêz Ocalan bi kurtasî wiha dibêje; çawa ku her civak û partiyeke nûjen ku bi darê zorê nehatibe qedandin, bi îradeya xwe jî kongreya xwe bicivîne û ji bo entegrasyona bi dewlet û civakê re biryaran bide; Divê hemû grûp çekên xwe deynin û PKK jî xwe fesih bike.

Ez silavên xwe pêşkêşî hemû kesên ku bi jiyana komunal bawer dikin û guh didin banga min.

 

Em weke Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN û Kurdên Anatoliya Navîn’ê ku 500 salin li Anadolê bi gelên Tirk, Ermen, Tatar, Turkmen û yên din ve bi hevre jiyan dikin, ji dil û can piştgirîya Banga Aşitî û Civaka Demokratîk dikin.

Em weke PKAN hêvî dikinê banga birêz Ocalan, ji hêla Dewleta Tirkiye ve were pêşwazî kirin û şerê di navberê Kurd û Tirkan ê 50 salî biqeda. Pirsgirêka Kurd, bi rêya demokrasî di Meclîse de bê çareserkirin.

Di qada Cîhanî de, Civaka Navnetewî , gorî rêbazên demokrasî di hev bigerin û piştgirîyê bidin vê pevajoyê dîrokê.

Platforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN.