EZ NEXWEŞ IM / Xizan Şîlan

ez

nexweş im bûkê

ne nexweşê qolinc û serêşê ye

nexweşê dilketiya te me

li dûrî te

dil diperpite

giyan diheje

beden dilerize

parsûyan di qefesa min de

qirçeqirç in

eşqa te

sewdaya te

xezaliya te

bejnziraviya te

çirûskên melûliya awirên te

bîbikên çavên te yên zeytûnî 

ez dîn kirim

raçolê xistim

derbeder kirim

di hezkirina delaliya te de

mîna tava tendûrê

mîna agirê newrozê

can li min peritî

kezeb û cîger li min şewitî

bûkê

fedî meke ji min

bavêje ji ser xwe çarşeva reş

bixemilîne xwe bibe şa û geş

ez

nexweş im bûkê

ne nexweşê qanser û weremê

nexweşê hesreta dîtina te me

nizanim çi bêjim ji te re

li ser te kilamekê bilorînim

li dora te govendê bigerînim

piyala şereba eşqê dagrim

guliyên te bi çîçekên rengîn 

bixemilînim

gustîlk

bazing

û gerdanekî bi zêr ê neqişandî

diyarî xweşikbûna kenê te bikim

li xerîbiyê

di bêrîkirina te de

êş û keseran dikişînim

li şev û rojan

li şopa siya henasa te ya germ

digerim

bûkê

fedî meke ji min

bavêje ji ser xwe çarşeva reş

bixemilîne xwe bibe şa û geş

ez

nexweş im bûkê

ne nexweşiya psykozê

carekê were berxa kozê

li ser sîngê qelişî û birîndar razê

tu

sebira  koşka mala min î

namûs û şerefa civata min î

şewqa çireya odeya min î

dergîsta hêviyên demsalên min î

stêrka asîmanê ya bêxewiya şevên min î

qet xem meke bûkê

ez ê 

te ji destê xêrnexwazan bigrim

bi qumaşê qedîfe a bûkaniyê birevînim

li xwe bikim mehr

ji xwe re bikim yar

bûka şaristaniya min 

Kurdistan

            Xizan Şîlan

            2012-12-12

            Stockholm