Di sala 1922’an de li Lozanê di navbera Delegasyona Tirkiyê û Devletên
Hevalbend re hevditîn dest pêkirin û di 24 temûz 1923’an de peymana
Lozanê hate imzekirin.
Piştî 1924’an Komera Tirkîyê reng û rûyê xwe yên rast aşkere kir û ev
penc xalên ku di Peymana Lozanê de imzekirinî dan alikî. Ji hêla
Devletên Serketî de jî tê deng derneket, ji ber ku desthelatdar û
dagirkaran gorî berjewandiyên xwe Kurdîstan parçe kirin.
Wê çaxe , dema peymana Lozanê hate îmzekirin, em Kurd mixabin bê
bask, bê hêz û bê rêxistin bûn. Birêxistinbûn û bihêzbûn pirr tişte ji bona
civakekê. Me bikari be dexwazên xwe wek her milletekî ji sazîyên
navdevletî re wek roja îro bigota em heqqê xwe rewa û demokratik
dixwazin.
Lê sed carî mixabin, em Kurd li qada navnetewî tûnebûn , encamên wê
qirkirin, tûnekirin û politîkayên hêlandine ( asîmîlasyon) li ser me Kurdan
hat meşandin û roja îro jî berdewam dike.
Musa Anter, di bîranînên xwe de wiha dibêje:
Şêx Ebdulbarî Kufrewî; Sala 1919 Kemal Paşa hat Kurdistanê. Min, şêx
, beg û axayên ew nobedarî kirin. 2 êmîn Kongra Erziromê îmze kir. Ji
bona Kongra Sêwasê jî, pêncsed siwarên cerdevan ên Hecî Bedir Aga
Êla Reşwan û Dîyap Aga Dersîmê , em hatin Sêwasê, li wir Kongre xwe
li dar xist.
Piştî Komara Tirkiyê ava bû, malbat û kesayetên Kurd yên bi hêz çiqas
alîkariya wî dikirin jî, bi hincetekê yan ew îdam kirin yan jî sirgûn kirin.
Kurdên Anatoliya Navîn jî parçek ji van Kurdan’in ku 500 sal e ji welatê
xwe hatine sûrgûn kirin.
Asîmîlasyona li ser Kurdên Anatoliya Navîn tê mêşandin encama
peymana Lozan’ê ye. Bi gotineka din, 2 milyon Kurdên Anatoliya navîn jî
wek Kurdên li 4 parçeyên Kurdistanê ji peymana Lozanê zerar dîtin.
Zimanê û kultura me hat qedexe kirin, wek Kurdan giştika statûya me ,
heta navê me jî tune bû.
Wek Platforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN, 100 salîya Peymana
Lozanê qebul nakin.
Di serê de bang, li Devletên Hevalbend û li Sazîyên Navnetewî dikin ku
mafê Kurdan ên rewa û demokratîk gorî huquqa navnetewî li ber çawan
bigrin.
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN.