ȘEVÊN LAL
ez
nexşa sînorên welatekî
parçebûyî me
di hîleyên kezebreşan de
hatim kuştin
mirina min ji mirina xwe
şerm kir
darbestên mesûm
bi îskeîsk rondikên xeman
barandin
kefenan li eniyên xwe reş
girêdan
goristanên bêxwedî nalenal in
meleyên perestgehan
duayên nimêja xwe ji bîr kirin
êş û janeke bişewat
kete qolinca seyrangehan
heyvê porê serê xwe
rûçikand
gerstêrkan
rêgeha xwe winda kirin
bîranînên şêrîn
kezeb li xwe peritandin
çûkên serê sibehê
di wîçewîça hêrsa xwe de
qirik li xwe dirandin
kevirên qûntara çiyayên asê
serî hildan
ji ber derd û kulên dinyayê
erd û asîman lerizîn
tirsê
zirav li berbangan qetand
li bêxewiya şevên lal
xwêdana laşê helbestê
radimûsim
ez ê
tifa gazin û lomeyan
bipijiqînim ser rûyê xêrnexwezan
bi qêrîneke serxweş
perdeya guhên cîhana ker
veçirînim
tevna qedera bajarên hilweşiyayî
ji nû ve bihûnim
gustîlka dergîstiyê têxim
tiliya bûka şaristaniyê
bi tilîliyan govenda serkeftinê
bigerînim
û destmala şahiya keç û xortan
bihejînim
hêviyê li bejna pêşeroja ronî
bipêçim
tovên aramiyê
li ser axa welatê keserkêş
bireşînim
baskên kevoka xeyalên xwe
ber bi asoya azadiyê ve
biçirpînim
ji kaniya sewdayê araqa şadiyê
binoşim
dergûşa dilê perpitî
bi şîrê rojê bimijînim
di newalên ziwa re ava kewserê
biherikînim
li ser pişta xwe tûrikê dilovaniyê
bigerînim
û ez ê
sifreya sebir û xweşbîniyê
li ber her kesî raxim
Xizan Șîlan
2018-04-01
Stockholm