Gundê Birnaxliye (Burunağıl) / Ahmet Gezer

Birnaxli di sala 1919 an de, gundê herî dawîye yî ji Kurdistanê hatiyê navênda Anatoliyê. Gundîyên wir ji Patnos, Eleşkîrt û Tutaq ê hatin. Dewletê bi bahana: ”Rusya ye warê we dagir bike!” kurdên wir neçarî koçberîya bidarezorê kirin.

Koçberbûn bi serê xwe pirsgirêkek mezine, di rêwitîyê de rastî gelek zor û zehmetîyan tên. Qedera komê di destê desthilatdar de ye, mirov nizanê bi ku derê ve biçin û ya din jî mirov tenê difikire çawa ji vê belayê bifilîte.Desthilatdar, him bidarezorê rê didin ber koçber kirin, him jî rîyê ku pê de biçin nîşanê wan didin. Ew bi serê xwe pir cara sîyaseta devletê bi xwe ye.

Birnaxli cara siftê li gundê Altilarê bi cîh dibin.

Birnaxli, cara sifte li gundê Altilarê, li navbera Altilar û Karahamzeli ye de, di mintiqa Heşkemergê, li ser kanîya Malê Hecî Ûwîş kone xwe rêş vedidin û li wir 3-4 salan bicîh û war dibin. Di navbera koma ku hatî Heşkemergê û gundîyên Altilarê de dostî û ehbabi jî çêbûye lê ji hêla din va nerazîbûn jî di nav gund de bi dengekê bilind dihatîyê ziman.

Mezinên Altilarê, di nav xwe de li ser hatina Birnaxliyan didin û distînin. Li serpaşiyê, qerarê xwe didin ku heyetekê bişînin ba Birnaxliyan.Heyeta Altilarê, diçin cem Birnaxliyan ku di mintiqe Heşkemergê de kone xwe vedane. Heyet dibêje: “Ev cih û war ji we re tenge, li alîyê jorê we em in û li alîyê jêrê we Karahamzaliye.Karahamzali gundekî tirka ye;wana destên xwe li nav wezîfedaran de dirêjin û ew nahêlin ku hûn li wir bi cih û war bin!”Li ser heyeta Altilarê,hinek dibêjin ku:dilê xwe pê wan şewitîn, rê bi li ber wan xistin û ji wan re bûn alîkar. Hen jî dibêjin: Omerîyê çavvekirîne û bivê gotine ji ser xwe def kirin…

Heyeta Altilarê, dibêje: “Herin sazî Kozanli ye yî di ber Gola Samsame de ye.” Golê Samsamê di navbera gunden Celikan, Şereflî û Kozanli ye de ye.

Birnaxlî cara duyêmîn li Zinarbûke (Gelinkaya) bi cîh dibin.

Birnaxliye, kone xwe ji Heşkemerge/Altilarê radikin û berê xwe didin navbera Kirkpinar û Kozanli ye û li mintiqe Zinarbûk e jî salekê dijîn.

Di mintiqe Zinarbûk e de jî rehetîye nadin Birnaxliyan û nahêlin ew li wir jî bimînin.

Şerê Birnaxliyan û mala Gebelek (Şerefliye)

Birnaxli, di mêra ku îro gund avadan bûyê, bi cih û war dibin. Vê care jî gundê Celikan, Şerefli û Bumsuz, xêre bi wan nakin û nahêlin ku Birnaxli li vir bi cih û war bibin.

Her se gund, dibêjin:“Va mêra[i] ji bo pez û dawarê me re ye; cih-warê li me teng bibe û em nahêlin kes di wir de bi şûn û war bibe!” Zêdetir jî her sê gundên Kurmanc, nerazîbûna xwe bi dengekê bilind tinên zimên û meselê pir mezin dibe. Digihêje vê qonexe ku her sê gund û Birnaxliyan li hemberî hev disekinin û şerê hev dikin.

Ji bo Birnaxliyan, her se gundan wiha digotine: ”Bi kone reş hatin, bûn belaye serê me.”

Gundê Şereflîye û Mala Gebelek

Wek tê zanin, li nav kurdên navênda Anatoliyê jî mîna Kurdistanê aşîretî û binemaletî her berdewam bû. Bîn û tîna aşîretî û binemaletîye,heta roja îro jî berdewam dike. Taybetmendîye wan binemalan, xwe wek xûdane gund hesab dikin û xwe didin pêşîye her tiştekê ku li gund diqewime. Binemala Gebelek jî, di vê hedîse de xwe didin pêşîye û li hemberî Birnaxliyan disekinên.Ji mala Gebalek Îbê male Gebalek di vê hedîse de serkêşî dikir.

Birnaxli û mala Bedir beg

Berê ku gunde Birnaxliye bi wî navî werin naskirin û xwendin, bi navê gunde mala Bedir begê dihatîyê xwendin.Bedir beg, ji êla /eşîra Sipki / Sipkan e û piranîyê Birnaxliyan ji êla Sipki / Sipkan e.

Bedir beg û Halis beg ber pismame hev in û êla wan li Qerekosê bi kurd û Kurdewarîya xwe tên naskirin. Bave Halis beg Abdulmecit beg, alîkarîyê dide sazkirina koma eskerîyê Hamidiye (Hamidiye Alaylari). Abdulmecit beg, gor ku çavkanî dibêjin devleta Osmaniyan soze ku dayin bi cîh nanîn. Abdulmecit beg, wek nerazibûn lawike xwe Halis beg dişîne alîkariya serhildana Agiri yê.

Halis beg ( Halis Öztürk) di navbera sala 1950-1960’an de, sê dewra ji Demokrat Partîyê wekiletîya bajarê Agirî kiribû.

Şerê di navbera Birnaxli û Şerefliye

Burnaxli, ew qes sal bûn ku ji Kurdistane derketine û hatine hêla Kuluyê mintiqe alîyê Golê Samsamê. Ji hêlekê de nerazîbûna gundên doralîyê ku dibên mêra me teng dibe û navbera Birnaxli û Şerefli 3 km. Ji aliyê din va, neçarîye Birnaxliyan û dexwaza wan e ku li wir bi cih û war bin.

Burnaxliyan, li şûna ku kone xwe vedan, ji hêlekê de derbasê jîyana normal dibin xanîyan çêdikin û ji alîyê din va li hev xistin û ceng heyê.

Hêjayî gotine ye ku di vê meselê de gundên kurd dibin du bêra, bêrek piştgiriye dide Birnaxliyan û bêra din dibêjin “ma ji wir derkevin.”

Di vê bûyer û şerê bi Birnaxliyan re ji her sê gundan 5-6 kes dimirin, Birnaxli pê dihesin ku li Anatoliya Navîn xwe bi tenê û bê piştbaz dibînin. Ji Agirîyê, ji bo piştbazîyê 75 sîwar tên û li Haymane bi alikarîya efserekî (subay) ji Agirîye tên hîmaye kirin.

Hatina Halis bege ya Anatoliya Navîn 

Bedir beg, dibîne ku her ku diçe rewş xerab dibe, li çareserîye digere û li dawîyê dawî pismamê xwe Halis begê bihanetin dide da ku sulhe danîn.

Halis beg, bi mezin û mezinen eşîretên wan gundan,  ji bo ku lihevhatin were çêkirin pê re xeber dide.Her çar gundan li meydanekê dide komkirin û daxwaza lihevhatine ji wan dike.

Li mintiqê Kuluyê, di nav gel de îro jî behsa hatine Halis beg û lihevanîna wan gundan tê kirin.

Sulh bi merivatî çêbû

Li vê meydanê, herçar gundan jî sulh û lihevhaşbûn qebul kirin.

Bedir beg,gavekê pêşta derdikeve û ji bo ku xeber bide destûre dixwaze. Bedir beg, spasîya xwe ji bo pismamê xwe Halis beg û mezinên gundên din re jî dike.

Bedir beg, dibêje ez di hûndirê xwe de, ne yê rihet im, tirsa min ewê ku mesela dûr û dirêj be û xwin rijandin berdewam bike.

Bedir beg, dibêje sulh û lihevhatin tenê bi merivatîyê dibe û ji ber vê keçika mezinê mala Gebelek,ya Îbê Gebalek ji bo xwe dixwaze.Cemaeta ku li wê meydanê gîheşti hev, gotina Bedir beg ku sulh û lihevhatin bi merivatî dibe tesdiq dikin.

Cemaata li meydane bi ser Îbê mala Gebelek de diçin ku ji bo xatire aşitîyê merivatîye qebûl bike. Îbê mala Gebalek razî dibe, keçika xwe bi navê Şewze bi Bedir beg’ê re dizewcîne.

Îro Birnaxli jî wek kurdên navenda Anadolê, piranîyê xwe li bajarên Anadolê û li Ewrûpa jiyan dikin.

Kurd li ku derê dinyayê bin, her tim li alîyê aştiyê ne, piştgirêya lihevhatine dikin û aşitîyê dixwazin.

 

[i]Mêra: Meydana ku pezê gund lê diçêre an erdê dewletê.

Ahmet Gezer.

Aalborg: 12 – 07- 2020