ax ax Welatê xoşewîstan
ji bo te ez hesretê dikişînim
ji kevirên çiya û zinaran
te dipirsim
qêrîna gewriya te dibihîzim
bêyî te li xerîbîstanê
ez esaret im
ji bo hebûna te
em hemû wek serwet in
ax ax Welatê rondikên êşê
tu hesreta min î
tu helbesta min î
tu destana min î
tu şîrîna li ser lêvên
evîndara yî
tu xemla keç û bûkên
bedew î
tu bêhna gulîstana bihuştê yî
min çawa xeletî kir ku ji te
dûr ketim
li ser sînga te ya germ rojekê
raneketim
dil û hinavên cîgera min
şewitîn
li nav axîn û gazinan dinalim
ax ax Welatê birînkûr
tu hesreta min î
tu helbesta min î
tu destana min î
bi gavên westiyayî ber bi te ve
dimeşim
li bêxewiya şevistanên kor
te diponijim
li dor agirpêta eşqa te ya nûranî
semahê digerînim
ez
bi melûliya çavên bêrîkirinê
li te digerim
li te dinêrim
hûr hûr hêsirên bêdeng
dibarînim
stranên şînê li ser goristanên te
dilorînim
ax ax Welatê cangoriyan
tu hesreta min î
tu helbesta min î
tu destana min î
ey hawar hawar
qehpikên demê
zencîr xistin lingên me
kelepçe xistin zendên me
stûyên me bi kindirê sêdarê ve
daliqandin
xwîna canê me mijandin
dayikan pore serê xwe
rûçikandin
ax ax Welatê reşgirêdayî
tu hesreta min î
tu helbesta min î
tu destana min î
ey Welatê qedîm
Ecem, Rom û Erebên xayîn
li ser qefesa te direşînin mayîn
Xizan bibêje heval û dostan
Welat xilas bikin ji bin destan
govenda serkeftinê bigerînin
li baxên Kurdîstan
ax ax Welatê çar parçebûyî
ax ax Welatê bav û kalan
tu hesreta min î
tu helbesta min î
tu destana min î
Xizan Șîlan
1996
Stockholm