Pirtûka helbestvan Kadîr Çelîk

Pirtûka helbestvan Kadîr Çelîk ‘êşname’ bi çapa duyem li Amedê derkete pêşberî hezkiriyên helbesta kurdî. Weke tê zanîn ‘êşname’ berî bi du salan li Stockholma payîtexta Swêd di nav weşanên înstîtuya kurdî ya Stockholmê de hatîbû belav kirin. Êşname niha jî li Amedê ji hêla weşanxana ‘payîzê’ ve û bi edîtoriya birêz Mehmet Çakmak, bi çapa duyem ji bo dildarên helbestê belav bû.

Kadir Çelik kurdeki Anatoliya Navîn e û di sala 1964 li gundê Omê ku girêdayî Kulu yê hate dunê. Çelîk gelek sal in li welatê Swêdê jiyana xwe didomîne.

Helbestvan Kadîr Çelîk heta niha 3 pirtûkên helbestê, Payîza Pelweşan, Êşname û Li Benda Berbangên Derengmayî belav kirine.
Em birêz Kadîr Çelîk pîroz dikin û bi hêvî ne ku ‘êşname’ di xemla tevna helbesta kurdî de bibe neqşeke rind û bedew.

Hemşerimiz Kadir Çelik’in 2. Şiir kitabı olan ‘êşname’ Diyarbakır’da ikinci baskısıyla şiirseverlerin karşısına çıktı. Daha önce Stockholm kürt enstitüsü yayınları arasında çıkan kitap, bu kez Diyarbakır’da Payîz yayınevi tarafından, editör Mehmet Çakmak’ın katkılarıyla şiirseverlerle buluştu.

Kadir Çelik 1964 yılında Kulu’ya bağlı Zincirlikuyu/Gördoğlu kasabasında dünyaya geldi ve uzun yıllardır yaşamını İsveç’in başkenti Stockholm de sürdürmektedir.

Şairin şimdiye kadar ‘Payîza Pelweşan, Êşname ve Li benda Berbangên derengmayî’ adında 3 şiir kitabı yayınlandı.
Hemşehrimiz Kadir Çelik’e başarılar diliyoruz ve diliyoruz ki ‘êşname’ kürt şiir dünyasında layık olduğu ilgiyi bulur.