Mixabin Kurd şîn û şahiyên xwe di nav hev de dijîne. Roja damezrandinê PKAN’ê, 10’ê cotmehê 2015’an de Komkujîya Garê çêbû.
Wê rojê, Kurdên Anatoliya Navîn bi kêfxweşî gava yekemîn a birêxistinbûna xwe avêtin.
Wê rojê bi rastî jî agir bi dilê me ket. Ji ber bîranîna 103 kesên di komujîya li Enqerê pêk hat de, bi avakî hovane hatin qetil kirin, em nexwazin di vê roje de şahîyê li darbixin.
Lê, şîn jî û şahî jî ji me re ne. Em soz didin 103 şehîdên Qatlîama Garê ku em ê ji bo daxwazên wan, aşitî û demokrasîyê, tevbigerin. Li ser vê bendê em damezirandina PKAN’ê pîroz dikin.
PKAN ji bo civaka kurdên Anatoliya Navîn pir girîng û bi qîmet e. Çimkî ji bo gelan xwe birêxistinkirin ferz e. Çimkî ji bo gelan tekane rê û rêbaza pêkanîna daxwazên xwe xwe birêxistinkirine.
Di10’ê cotmeha 2015’an de, li bajarê Goteborgê, bi beşdarbûna 150 kesan Platforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN, hatibû damezrandin.
PKAN, li hemberî ‘asîmîlasyonê’ ku tehlîkeya herî mezin a li ser Kurdên Anatoliya Navîn e hat ava kirin.
Di van rojên pêncemîn salvegera avakirina PKAN’ê de, em dixwazin hin çalakiyên PKAN’ê rêz bikin:
- Bi pêşengiya PKAN’ê, di Parlamentoyê Ewrûpa de Konferansek li ser kurdên Anatoliya Navîn hate amede kirin.
- Li çar welatên Ewrûpa şavên çand û hûnerê hatin li dar xistin.
- Di du salên dawî de şeş konferens, semîner, û panel hatin li dar xistin.
- Yekemîn Xelata PKAN’ê a wêjeyê sala 2019’an, hat dayîn romana “Ê Li Dera Hanê”(hat weşandin) a Mistoyê Heco û kurtê çîroka “Dîkê Çavbırçî” a Îbrahîm TOPAL. (kîtep li ber çape ye)
- Pirtûka zarokan ya bi navê ”Riviyê Boç Bi Zengil”, berhevkar Şoreş Reşî, hat weşand
- PKAN, di demeke kurt de, klamên egîdî, êvînî û şîn û şahîyê (berhevkar Şoreş Reşî) wek CD qeyd bike û di platformên dîjîtal de bide weşandin.
- PKAN-TV, du hefte carekê bernameyên li ser rojeva Kurdan û li ser Kurdên Anatoliya Navîn amede çêdike.
PLatforma Kurdên Anatoliya Navîn PKAN